Rûsyayê êrîşî Harkîvê kir: 7 mirî 17 birîndar

Di encama bomberana ku ji teref Rûsyayê ve li herêma Harkîvê hat kirin de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 23.05.2024 17:15:23 / Güncelleme: 23.05.2024 17:15:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya Ukraynayê Rûsya êrîşa asîmanî bir li ser herêma Harkîva Ukraynayê. Di encama êrîşê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Her wisa hat hînbûn di encama êrîşa ku li gundê Zolochîvê hat kirin de jî çend kes birîndar bûn û mektebek û hinek mal jî zirar dîtin.(ÎLKHA)