Li Edene, Entab û Osmanîyê mekteb vebûn

Li Osmanîye, Edene û Entaba ku ji ber erdheja ku navenda wê Mereş bû zirar dîtibûn perwerdehî ji cihê mayî berdewam kir.

Ekleme: 13.03.2023 10:05:30 / Güncelleme: 13.03.2023 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Her weke ku dê bê bîran ji ber erdhejên ku di 6ê Sibatê de li Mereşê pêk hatibûn 10 bajar bi şiklekî neyînî tesîrdar bûbûn û li van bajaran mekteb hatibûn tatîlkirin.  Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Osmanîye, Edene û Entaba ku ji ber erdheja ku navenda wê Mereş bû zirar dîtibûn perwerdehî ji cihê mayî berdewam kir.

Tê diyarkirin ew ê li Semsûr, Meletî, Mereş û Hetayê jî mekteb di 27 adarê de dest pê bikin.(ÎLKHA)