Berxwederên Filistînî, li Quds û Şerîaya Rojava di nav 24 seatan de 61 çalakîyên berxwedanê lidarxistin

Berxwederên Filistînî di nav 24 saetan da li Şerîeya Rojava û Qudsê 61 çalakiyên berxwedanê li dijî siyonîstên îşxalkar û şênîyan li dar xistin, 17 siyonîstên îşxalker û şênî birîndar bûn.

Ekleme: 01.03.2023 14:30:32 / Güncelleme: 01.03.2023 14:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berxwederên Filistînî li hember êrişên siyonîstên îşxalker û şênîyên îşxalker an jî li dijî wan çalakî pêk anîn, bê navber berxwedana xwe didomînin.

Li gorî rapora ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Filistînê ve hat weşandin, di heyama 24 saetên beriya amadekirina raporê de, li Şerîeya Rojava û Qudsê li dijî sîyonîstên îşxalker û şênîyan ku ji ber êrîşên wan ên hovane teşwîq bûne, 61 çalakiyên berxwedanê hatin lidarxistin.

Li gorî daneyên di raporê de, 12 çalakiyên gulebarankirin û avêtina molotofkokteylan hatin organîzekirin, 2 wesayîtên şêniyên îşxalker ên li vir hatin şewitandin. Berxwedêran ji bo pêşîgirtina li êrîşên şêniyên îşxalker ên ku êrîşî wan kirin, 9 wesayîtên şêniyên îşxalker rûxandin.

Her wiha li 20 cihan li dijî îşxalkerên sîyonîst û şênîyên îşxalkeran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li Quds, Ramallah, Nablus, Qalqîlya, El-Xelîl û Cenînê de bi giştî 17 îşxalker birîndar bûn. (ÎLKHA)