Yekîtîya Alim û Medreseyan ji bo dua, îstîxfar û nimêja cenazeya xiyabî  bang li xelkê kir

ÎTTÎHADUL ULEMA û Weqfa Evîndarên Pêxember, bi daxwazîya dawîbûna erdhejên ku li Mereşê çêbûn û 10 bajaran bandor kir roja yekşemê li Dîyarbekirê ji bona ku bi civakî dua, îstîxfar û nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin bernameyek tertîp dikin.

Ekleme: 26.02.2023 11:20:28 / Güncelleme: 26.02.2023 11:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî du erdhejên mezin yên li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hatin nêzê 10 hezarî erdhejên biçûk çêbûn.

ÎTTÎHADUL ULEMA û Weqfa Evîndarên Pêxember, di van rojên ku tirs û xemgînî ji ber erdhejê kêm nabin de ji bo bi daxwazîya dawîbûna erdhej û afadên weka wê, xelkê ew ê bi civakî ji bo dua, îstîxfar û nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin kom dike.

Ew ê di 26ê Sibatê roja Yekşemê li Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li Kayapinarê de ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA û Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameya dua, îstîxfar û nimêja cenaze ya xiyabî bê tertîpkirin.

Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Muhammed Ozer, ji bernameya ku tê plankirin sibê bê tertîpkirin re hemû xelkê Dîyarbekirê dawet kir.

Mele Ozer weha got, “Em di 26ê Sibatê roja Yekşemê de, di seat 12.00an de li Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê (Parq Orman) bi şîara ‘Ji Dua, îstîxfar û Nimêja Cenaze ya Xiyabî re bang’ bernameyek tertîp dikin. Em hemû xelkê xwe dawetê bernameyê dikin, bira xelkê me şalikên xwe bigrin û werin.” (ÎLKHA)