Li Hetayê 2 kes piştî 261 seatan hatin xelaskirin

Mehmet Alî Şakîroglu û Mustafa Avci li Xetayê piştî 261 seatan di bin enqazê de sax hatin derxistin.

Ekleme: 17.02.2023 11:40:26 / Güncelleme: 17.02.2023 11:40:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Hetaya ku ji erdheja Mereşê bibandor bû di roja 12emîn de xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome.

Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê yên ku li Xetayê dixebitin di avahîyeke ku li Taxa Odabaşiya navçeya Enteqyayê ye de nîşanên mirovên sax dîtin û ji ber vê yekê giranîya xebatên xwe dan wê alîyê.

Di encama xebatên ekîban de Mehmet Alî Şakîrogluyê 26 salî û Mustafa Avciyê 34 salî di seata 261an de bi saxîtî hatin derxistin û ji ekîbên tenduristîyê re hatin teslîmkirin.

Xelaskirina Şakîroglu û Avci bû wesîleya dilxweşîyeke mezin.

Hat destnîşankirin hêna jî nîşanên jîyanê hene û xebat jî hêj didomin. (ÎLKHA)