Serokkomar Erdogan: Hejmarê wefatîyan bûn 14 hezar û 14 kes, birîndar jî bûn 63 hezar û 794

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, hejmarê mirovên ku di encama erdheja Mereşê de canê xwe ji dest dane bû 14 hezar û 14 kesan, hejmarê birîndaran jî bû 63 hezar û 794 kesan.

Ekleme: 09.02.2023 15:15:30 / Güncelleme: 09.02.2023 15:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokkomar Erdogan di roja 4emîn a erdhejê de li Entabê lêkolînan kir.

Erdogan weha got, “Em di dema erdhejê de wek dewletî bi hemû sazîyên xwe di seheyê de ne. Armanca me ew e ku em di nav salekî de li cîhê avahîyên ku hilweşîyane xanîyên wek 1 qatî û 2-3-4- qatî lêbikin. Li alîyekî xebatên me yên konteynirê heye, li alîyekî jî konteynirên me yên ji derveyê welat tênê hene. Konteynirên ku werin jî em ê ji 10 bajaran re belav bikin.” (ÎLKHA)