Li Mogadîşuyê êrîş: 6 mirî

Piştî êrîşa bombeyî ya ku li nêzê avahîya şaredarîya bajarê Mogadîşuya Somalîyê hat kirin de hat destnîşankirin ku 6 endamên El-Şebabê hatin kuştin, 5 sîvîl jî canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 23.01.2023 11:55:31 / Güncelleme: 23.01.2023 11:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Leşkerên Somalîyê endamên El Şebabê kuştin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Ragihandina Somalîyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di encama êrîşa erebeya bi bombe û çekan ku li ber avahîya şaredarîya herêma Hamar-Weyneyê hat kirin de 5 sîvîl canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku di navbera endamên El Şebab û hêzên ewlehîyê de pevçûn derket û 6 êrîşdar jî hatin kuştin.

Hat îfadekirin êrîşdaran ji bona ku hêzên ewlehîyê bi rehetî derbas bibin cilên leşkerî yê aîdê artêşê li xwe kirine. (ÎLKHA)