Êrîşa kustex ji teref wezîran ve hat şermezarkirin

Doh li Swêdê di bin destûra dewletê de siyasetmedarekî rezîl Qurana Kerîm şewitand.

Ekleme: 22.01.2023 09:45:29 / Güncelleme: 22.01.2023 09:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber vê êrîş û bûyera rezîl û kustax wezîrên dewleta Tirkîyeyê daxuyanî dan û bûyerê şermezar kirin.

Wezîrên ku daxuyanî dan û peyama wan wisa ye:

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag: Ez wê hikûmeta Swêdê ya ku destûr da wê çalakîya kustax û polêsê hikûmetê şermezar dikim.

Wezîrê Bazirganîyê Mehmet Muş: Ez wê çalakîya kustax û rezîl a şewitandina kitêba me ya pîroz a li ber balyozxaneya me şermezar dikim.

Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Derya Yanik: Ez wan kesên ku destûr dane bê çalakîyê telîn dikim.

Wezîrê Hawîrdor,Bajêr û Guhartina Îklîmê Murat Kurum: Ez wan meqamên Swêdê yên ku destûr dan vê yekê bi tundî şermezar dikim.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu: Ev êrîş nikare bi azadîya fikr û ramanên bê binavkirin.

Wezîrê Malîye û Xezîneyê Nureddîn Nebatî: Ez vê provakasyona kustex telîn dikim.

Wezîrê Karên Hundur Silêman Soylu: Swêd…..

Wezîrê Zireat û Çandinîyê Wahîd Kirişçi: Ez vê provakasyona kustex a ku li ber balyozxaneya me hat kirin telîn dikim.

Wezîrê Parastinê Hulusî Akar: Divê li dijî van tiştan gav bê avêtin û tedbîr bê standin.(ÎLKHA)