Li Mêrdînê êrîş li wesayîtek hat kirin

Li Mêrdînê, di encama êrîşa ku li erebeyeke bi plaqeya biyanî hat kirin de 3 kes canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 19.01.2023 09:40:29 / Güncelleme: 19.01.2023 09:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mêrdînê ji cîpeke biyanî re bi çekan êrîş hat kirin.

Bûyer, li alîyê Yenîkoya ku li ser rêya Nisêbîn-Artukluyê ye pêk hat.

Êrîş ji teref kes an jî kesên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve hat tertîpkirin.

Di encama êrîşê de 3 kesên ku di nav cîpê de bûn canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Nisêbînê.

Cenderme ji bona kes an jî kesên ku êrîşê kirine bên qefaltin xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)