Li Efxenistanê operasyonên li dijî DAÎŞê

Di encama operasyonên ku li Kabûla paytexta Efxenistanê hat kirin de 7 endamên DAÎŞê hatin kuştin û 7 heb hatin binçavkirin.

Ekleme: 05.01.2023 11:20:28 / Güncelleme: 05.01.2023 11:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîyê de got ku li du herêmên Kabûlê li dijî DAÎŞê operasyon hatin lidarxistin.

Mucahîd, îfade kir ku di encama operasyonan de 7 endamê DAÎŞê hatin kuştin, 7 heb jî hatin qefaltin.

Mucahîd xeyn ji ev agahîyê diyar kir ku hêzên Efxen, serê sibeyê roja Çarşembeyê jî li wîlayeta Nîmruzê 2 kesên çekdar yên endamê DAÎŞê jî qefaltine. (ÎLKHA)