Li Efrîqaya Başûr hejmarê mirîyan derket 27 kesan

Li bajara Boksburga Efrîqaya Başûr tenkerek teqîyabû, di encama teqînê de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 27 kesan.

Ekleme: 30.12.2022 11:10:16 / Güncelleme: 30.12.2022 11:10:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Motalatale Modîbayê ku di Wezareta Tenduristîyê ya Gautenburgê de rayedarekî ye weha got, “Bi tevî roja 29ê Kanûnê, em dikarin rast bikin ku 27 kes di teqîna li Boksburgê de canê xwe ji dest dane.”

Modîbaya di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ji Nexweşxaneya Tambo Memoriala ku 100 metre dûrê cîhê teqînêye jî 10 endamên tenduristîyê canê xwe ji dest dane, rewşa 3 birîndarên dinê yên endamê tenduristîyê jî giran e.

Li bajara Boksburgê di 24ê Kanûnê de tankereke ku gaza neftê bar dikir, dema ku ji pirê derbas bibe li pirê qelibîbû û teqîyabû. (ÎLKHA)