Li Japonyayê 19 hezar  mal bêceyran man

Ji ber berfa ku ji heftîya borî ve dibare li Japonyayê 19 hezar  mal bêceyran man.

Ekleme: 25.12.2022 09:30:27 / Güncelleme: 25.12.2022 09:30:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin berf her ku diçe tesîra xwe li Japonyayê nexasim jî li Hokkaîdoya parêzgeha Japonyayê zêde dike. Tê diyarkirin ji ber berf û bagerê li parêzgehê ceyran qût bûn û 19 hezar  mal bêceyran man.

Tê diyarkirin heta niha hêrî kêm 10 kes canê xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)