Li Urdunê 3 polîs hatin kuştin

Di pevçûna ku piştî serdegirtina mala kesekî ku guman heye li Urdunê polîsek kuştiye derket de 3 polês canê xwe ji dest dan û 5 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 19.12.2022 16:45:25 / Güncelleme: 19.12.2022 16:45:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajarê Maan ê Urdunê polîsan bi ser mala kesê ku hat diyarkirin kiryarê kuştina şefê polîsan e girt.

Di encama bersivdayîna gumanbaran de li ser êrîşa polîsan pevçûn derket. Li gorî agahiyan di pevçûnê de 3 polîs canê xwe ji dest dane û 5 kesan jî birîndar bûne.

Çapemenîya welat ragihand ku şikdar jî di êrîşa polîsan de hatiye kuştin û 8 şikdar jî hatine binçavkirin.

Di xwepêşandanên li seranserê Urdunê de ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê efserek polîs hat kuştin. (ÎLKHA)