• DOLAR 32.162
  • EURO 35.221
  • ALTIN 2467.852
  • ...
Li Urdunê 3 polîs hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajarê Maan ê Urdunê polîsan bi ser mala kesê ku hat diyarkirin kiryarê kuştina şefê polîsan e girt.

Di encama bersivdayîna gumanbaran de li ser êrîşa polîsan pevçûn derket. Li gorî agahiyan di pevçûnê de 3 polîs canê xwe ji dest dane û 5 kesan jî birîndar bûne.

Çapemenîya welat ragihand ku şikdar jî di êrîşa polîsan de hatiye kuştin û 8 şikdar jî hatine binçavkirin.

Di xwepêşandanên li seranserê Urdunê de ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê efserek polîs hat kuştin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir