Li Hindistanê bahoz: 4 mirî

Li wîlayeta Tamîl Nadu ya Hindistanê ji ber bahoza Mandusê herî kêm 4 kes mirin.

Ekleme: 11.12.2022 12:45:27 / Güncelleme: 11.12.2022 12:45:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bahoza tropîkal Mandus li wîlayeta Tamil Nadu ya Hindistanê xwe tesîrdar kir.

Ji ber ba û barana bihêz a ku bi bahoz re bandor bû, heta niha herî kêm 4 kesan canê xwe ji dest dane, zêdetirî 150 xanî zirar dîtine, 400 dar jî ji kokê xwe derketine. Her wiha 98 dewar telef bûn.

Li gorî Midûriyeta Meteorolojiyê ya Hindistanê bahoz hêdî hêdî hêza xwe winda dike. (ÎLKHA)