Di navbera Rûsya û Emrîqayê de takasa êsîran

Brittney Grinerê Basketbolvanê Emrîqayî yê ku li Rûsyayê girtîye, di çarçoveya takaskirina mehkuman a di navbera Rûsya û Emrîqayê de het berdan. Emrîqa jî qaçaxçîyê çekan a Rûsî Viktor Boutê berda.

Ekleme: 09.12.2022 11:25:26 / Güncelleme: 09.12.2022 11:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Emrîqayê Joe Biden li ser hîsaba xwe ya Twitterê daxuyand û weha got, “Çend deqqe berê min bi Griner re xeber da. Ew di nav ewlehîyê de ye. Niha ji bo ku vegere mala xwe di balafirê de ye.”

Grinerê 31 salî yê şampîyona olîmpîyatê, di 17ê Sibatê de, bi îddîaya ku di nav baxaja erebeya wî de esrar hatîye dîtin li Moskovayê di nav balafirgehekî de hatibû binçavkirin.

Viktor Bout Afrikayê 55 salî jî, bi firotvanê çekan tê naskirin. Bout, di sala 2008an de di encama operasyoneke Emrîqa û Taylandê de li Taylandê hat qefaltin û li Emrîqayê derket dadgehê. (ÎLKHA)