Weqfa Êtîman li Efxenistanê wê êtîmxane vebike

Wezareta Bajarsazî û Derdorê, ji bo êtîmxaneya ku li Efxenistanê tê plankirin ku bê lêkirin ji Weqfa Êtîman re cîh da.

Ekleme: 09.12.2022 10:05:26 / Güncelleme: 09.12.2022 10:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Bajarsazî û Derdorê yê Efxenistanê Hamdullah Nomanî û lijneya bi wî re û serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl, beşdarî bernameya tehsîskirina erseyê ya êtîmxaneyê bûn.

Nomanî derheqê projeya êtîmxaneyê de agahîyan da û daxuyand ku ji bo êtîmxaneyê 20 donim erd hatîye tehsîskirin.

Alîkarê Wezîrê Bajarsazî û Derdorê yê Efxenistanê Mahmud Nasratullah jî diyar kir ku ew ji bo lêkirina êtîmxaneyê xebateke hevpar dane destpêkirin û di vî warî de ji Weqfa Êtîman re jî dilxweşîyên xwe got.

Karavîl, derheqê projeya êtîmxaneyê de agahîyan da û nîşanê wan da, diyar kir ku gerek ev proje li Efxenistan û bajarên Îslamê hebin.

Bername bi kirina duayê bi dawî bû. (ÎLKHA)