Li Taylandê êrîş li trêna barhilgir hat kirin

Hat ragihandin li Taylandê êrîşa bombeyî li trêneke barhilgir a ku barê plastîkê dibir Malezyayê hat kirin.

Ekleme: 04.12.2022 12:25:27 / Güncelleme: 04.12.2022 12:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîşa bombeyî li parêzgeha Songklayê hat kirin. Di encama êrîşê de ji 15 vagonên trênê tevde 11 vagon ji rêyê hesinî derketin. Piştî êrîşê de rêya hesinî ji çûyîn û hatina trênan re hat girtin.

Hêj nayê zanîn êrîş ji teref kî ve û bi çi mebestê hatiye kirin.(ÎLKHA)