Ji bo bajarên bakur hişyarîya barana zêde û lehîyê hat kirin

Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo bajarên bakur hişyarîya barana zêde û lehîyê hat kirin.

Ekleme: 25.11.2022 09:20:19 / Güncelleme: 25.11.2022 09:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat belavkirin de hişyarî li welatîyan hat kirin û ji wan hat xwestin ku bi dîqqet bin.

Hişyarî ji bo bajarên Semsûr, Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Diyarbekir, Sêrt, Êlih, Bedlîs, Wan, Mêrdîn, Şirnex û Colemergê hat kirin.(ÎLKHA)