Li Kolombîyayê lehî û hezaz

Li Kolombîyayê barana ku bi şiddet barî bû sedema lehî hezazan, di encama wan lehî û hezazan de 5 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 15.11.2022 09:25:19 / Güncelleme: 15.11.2022 09:25:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di serî de li Bogotaya paytext li giştî 7 herêman de barana zêde bû sedema lehî û hezazan. Serokê Şaredarîya Bogotayê Claudîa Lopez derheqê bûyeran de daxuyanîyek belav kir, diyar kur ku ev barîna baranê tê texmînkirin ku heta dawîya mehê bidome, ji ber vê yekê bila welatî li hember lehî û hezazan hişyar bin.

Lopez destnîşan kir ku ji heta niha di encama lehî û hezazan de 5 kes mirine, bi hezaran welatî jî hatine tehlîyekirin.

Lehî û hezaz li welat di çûndin û hatina navbera bajaran de dibe sedeba zehmetîyan. (ÎLKHA)