Serwîsa xwendekaran qeza kir: 17 birîndar

Li Qonyeyê serwîsa xwendekaran û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de 14 jê xwendekar 17 kes birîndar bûn.

Ekleme: 26.10.2022 11:55:34 / Güncelleme: 26.10.2022 11:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seatên serê sibê de li navçeya Selçukluyê pêk hat.

Erebeya ku di bin îdareya Î.M. de bû, li çarrêya Ceddeya Edîpogluyê li serwîsa xwendekaran a ku di  bin îdareya M.G. de bû qelibî.

Di encama qezayê de 2 şofêr, 14 xwendekar û wezîfederekê serwîsê birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)