Estonya, Rûsyayê “dewleta teror” îlan kir

Parlamentoya Estonyayê (Riigikogu), Rûsyayê “dewleta teror” îlan kir

Ekleme: 19.10.2022 08:55:34 / Güncelleme: 19.10.2022 08:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref parlamentoyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Parlamentoya Estonyayê, ji banga ku ji teref Parlamentoya Ukrayna û sazîyên navneteweyî ve hat belavkirin re deng da û rejîma Rûsyayê, rejîma terorê yê ku lazim e çalakîyên wê bi hevkarî bê qewirandin û Federasyona Rûsyayê jî, dewleta sponsora terorîzmê îlan kir.”

Di berdewama daxuyanîyê de, ji bona ku civaka navneteweyî jî qerarên ewakî bistînin bang hat kirin.

Bi vê şeklê Estonya, piştî Lîtvanya û Letonyayê, bû Parlamentoya Baltik a sêyemîn a ku Rûsyayê bi dewleta terorê îlan kir.

Di parlamentoyê de ji 101 mebûsan 88 mebûsên wan alîkarîyê dan qerarnameyê, 10 mebûs beşdarî dengdanê nebûn û 3 mebûs jî qerara bêalîyê dan. (ÎLKHA)