• DOLAR 32.202
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2521.479
  • ...
Estonya, Rûsyayê “dewleta teror” îlan  kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref parlamentoyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Parlamentoya Estonyayê, ji banga ku ji teref Parlamentoya Ukrayna û sazîyên navneteweyî ve hat belavkirin re deng da û rejîma Rûsyayê, rejîma terorê yê ku lazim e çalakîyên wê bi hevkarî bê qewirandin û Federasyona Rûsyayê jî, dewleta sponsora terorîzmê îlan kir.”

Di berdewama daxuyanîyê de, ji bona ku civaka navneteweyî jî qerarên ewakî bistînin bang hat kirin.

Bi vê şeklê Estonya, piştî Lîtvanya û Letonyayê, bû Parlamentoya Baltik a sêyemîn a ku Rûsyayê bi dewleta terorê îlan kir.

Di parlamentoyê de ji 101 mebûsan 88 mebûsên wan alîkarîyê dan qerarnameyê, 10 mebûs beşdarî dengdanê nebûn û 3 mebûs jî qerara bêalîyê dan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir