Li dijî rêxistîbûna îqtîsadî ya FETO operasyon: Derheqê 704 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn

Hat ragihandin di bergeha operasyona ku li dijî rêxistîbûna îqtîsadî ya FETO hat destpêkirin de derheqê 704 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn.

Ekleme: 18.10.2022 13:40:32 / Güncelleme: 18.10.2022 13:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyeyê Suleyman Soylu ve daxuyanîyek hat belavkirin. Soylu di daxuyanîya xwe de destnîşan kir; di bergeha operasyona ku li 52 bajaran li dijî rêxistîbûna îqtîsadî ya FETO hat destpêkirin ku ji 704 kesên ku derheqê wan qerara binçavîyê hatibû dayîn 543 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)