Li Venezuelayê lehî: 50 mirî

Di encama lehî û hezaza ku li Venezuelaya welatê Emrîqaya Başur e de herî kêm 50 kes canê xwe ji dest dan, 60 kes jî winda bûn.

Ekleme: 12.10.2022 09:45:33 / Güncelleme: 12.10.2022 09:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xebatên ku piştî hezaz û lehîya ku pêk hat hatibû destpêkirin hêj didome. Hat destnîşankirin ku hezaz û lehî li bajara Las Tejerîasa wîlayeta Araguayê gelek zêde tesîrdar bû.

Hat diyarkirin ku di nav molozan de cesedên nû derdikevin, xebatên ji bona kesên winda bên dîtin hatine destpêkirin jî hêj didome.

Hat daxuyandin ku bi tevahî 400 xanî bi temamî xira bûn, di 757 xanîyan de jî xesara meddî pêk hat. (ÎLKHA)