ÎTTÎHADUL ULEMA ew ê Hevdîtina Aliman a 7emîn tertîp bike

"Hevdîtina Aliman a 7emîn" ew ê di 15ê Cotmehê de ji teref Yekitiya Aliman û Medreseyan (ITTIHADUL ULEMA) ve bê tertîpkirin.

Ekleme: 06.10.2022 16:10:35 / Güncelleme: 06.10.2022 16:10:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bernameya Hevdîtina Aliman ku İTTİHADUL ULEMA ev nêzî 7 sal in ji gelek deverên cîhanê mazûvaniya alimên hêja yên bi qîmet dike, wê îsal jî di navbera 15-16ê Cotmehê de li navenda xwe ya li Diyarbekirê bi temaya “Rola Ulemayê a di Pêşketin û Pêşveçûna Bi Fikr û Zanist de a Ummetê”

Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Muhammed Ozer di derbarê "Hevdîtina Aliman a 7emîn" a ku tê plankirin bê lidarxistin de daxuyanî da û diyar kir ku mijara hevdîtina îsal a ku dê bê lidarxistin ev e: “Rola Ulemayê a di Pêşketin û Pêşveçûna Bi Fikr û Zanist de a Ummetê”

Ozer di axavtina xwe de weha got, "Bernameya "Hevdîtina Aliman" a ku ji sala 2015an û vir ve her sal di meha cotmehê de li qada navneteweyî bi beşdariya alimên payebilind ên welatên Îslamê bi taybetî ji erdnîgariya Kurdan tê lidarxistin, di navbera 15-16ê Cotmeha 2022an de bi beşdariyê tê lidarxistin. Em li navenda xwe ya li Dîyarbekirê bi temaya “Rola Ulemayê a di Pêşketin û Pêşveçûna Bi Fikr û Zanist de a Ummetê” li dar dixin.

Ozer, di axavtina xwe de bal kişand ser armanca bernameya Hevdîtina Aliman û weha got: "Armanca me ya sereke ji van hevdîtinên ku em ê cara 7emîn li dar bixin, ew e ku alimên erdnîgariya Îslamê bi taybetî jî erdnîgariya kurdan li ser xalên hevpar bînin cem hev. Ji bo kêşeyên heyî yên li alema Îslamê çareserî bên dîtin û di pêşdebirina wê de roleke pêşeng bilîzin. Em ji Xweda Teala hêvî dikin ku ev hevdîtin ji bo pirsgirêk û alozîyên heyî yên alema Îslamê çareserîyê bide." (ÎLKHA)