Li Cenînê hejmarê şehîdan derket 4 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 44 kesan

Di encama êrîşa rejima îşxalker a sîyonîst ku li Kampa Miltecîyan a li Cenînê kir de hejmarê şehîdan derket 4 kesan û 44 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.09.2022 17:05:40 / Güncelleme: 28.09.2022 17:05:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstên îşxalker li Cenînê êrîşê hinek malên ku di nav wan malan de eqrebeyên Ra’d Hazîmîyê ku di pevçûna ku bi rejima îşxalkeran ve piştî çalakîya ku li Tel Avîvê kir pêk hat de û tê de şehîd bûbû hene jî kir. Îşxalkeran, bi tankşikênan êrîşî mala eqrebeyên Hazîmî tê de dijîyan kir.

Kesên ku êrîşê dîtin, diyar kirin ku di êrîşê de hinek berxwedaran di nav xanîyekî de hatine asêkirin û di encama wê asêbûnê de ew teslîm nebûn û bi îşxalkeran re pevçûnê kirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hate belavkirin, hat îfadekirin ku di pevçûnan de 4 ciwanê Filistînî şehîd bûn, 44 kes jî bi guleyên rastî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku rewşa hinek birîndaran giran e û talûkeya wan yê jiyanê heye.

Hat daxuyandin ku navê şehîdan ev in; Ahmed Nazmî Alavîne, Abd Fethî Hazîm, Muhammed Mahmud El-Venne û Muhammed Ebu Naîse.

Hat ragihandin Abd Fethî Hazîm, birayê Ra’d Hazîm e. (ÎLKHA)