Pelosîya Seroka Meclîsa Temsîlkarên Emrîqayê li Ermenistanê ye

Nancy Pelosîya Seroka Meclîsa Temsîlkarên Emrîqayê û lijneyeke ku ji endamên kongreyê pêk tê li Ermenistanê dest bi hevdîtinan kirin.

Ekleme: 18.09.2022 09:45:03 / Güncelleme: 18.09.2022 09:45:03 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pelosîya Seroka Meclîsa Temsîlkarên Emrîqayê ku meha Tebaxa pêşîn çûbû Taywanê û di navbera Çîn û Emrîqayê de bûbû sedema krîzeka mezin vê carê jî li Erivana paytexta Ermenistanê ye.

Di dema zîyaretê de Frank Paloneyê Serokê Komîteya Karên Tîcaret û Enerjî yê Meclîsa Temsîlkarên yê Emrîqayê, endamên Meclîsa Temsîlkarên yê Emrîqayê Alen Sîmonyan û Lynne Tracê Sefîrê Erivan yê Emrîqayê, Pelosî pêşwazî kirin.

Hat destnîşankirin ku Pelosî, bi Nîkol Paşînyanê Serokwezîrê Ermenistanê û Alen Sîmonyanê Serokê Meclîsa Netewî yê Ermenistanê re hevdîtinan bike. (ÎLKHA)