Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, li Qonyeyê dikandaran zîyaret kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, bi tevî lijneya xwe di çarçoveya gerîna memleketê de hatibû Qonyeyê û li vê derê dikandaran zîyaret kir, pirsgirêk û derdê wan gohdar kir.

Ekleme: 15.09.2022 09:15:34 / Güncelleme: 15.09.2022 09:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapiciogluyê ku li ser Ceddeya Serdîrlerê dikandaran zîyaret kir, rewş û pirsgirêkên wan gohdar kir.

Dikandarên ku ji Yapicioglu re derd û pirsgirêkên xwe gotin destnîşan kirin ku ji ber zemên ku li ser hev hatine kirin mirov ji dan û standinê direvin, ji ber vê yekê karên wan jî kêm bûye.

Dikandaran ragihandin ku ew ji ber pirsgirêka aborîyê nikarin deynên xwe jî bidin, herî zêde jî di malîyeta têketina tiştan de gilî û gazinan kirin.

Yapiciogluyê ku dikandaran zîyaret kir, di dema zîyaretê de li ser gotina dikandarekî yê ku ew 41 sal e zewicandîye, banga xwe yê ku ew dibêjin bila ji pîrekên ku 25 salan zewicandî maye re mafê emekdarîyê bê dayîn bi bîr anît.

Piştî ev qalkirina banga HUDA PARê, dikandar destnîşan kir ku ew ji vê banga HUDA PARê gelek kêfxweş bûye û ji berdana ku roj bi roj zêde dibe û xirabîyên di nav malbatan de hatîye çêkirin jî gilî û gazinên xwe anît ser ziman. Yapicioglu jî, derheqê nerîna partîya xwe ya derheqê dîqqet kirina civanan ya di berîya zewicandinê û piştî zewicandinê de diyar kir.

Yapicioglu, piştî zîyaretê bi welatîyan re rûnişt û bi wan re axivî. (ÎLKHA)