Ukrayna: Heta niha zêdetirî 50 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin

Hat ragihandin di şerê Ukrayna û Rûsyayê de heta niha zêdetirî 50 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin.

Ekleme: 06.09.2022 14:05:33 / Güncelleme: 06.09.2022 14:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Serokê Sererkanîya Giştî ya Ukraynayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; heta niha zêdetirî 50 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin, 236 balafir, 207 helîkopter, 2 hezar û 77 tank, 4 hezar û 484 wesayîtên bi zirx, 1179  top, 296 roketatar û 156 pergala parastina hewayê yên Rûsyayê hatin îmhakirin.(ÎLKHA)