Li Muxla'yê 'erebeya safarîyê qulipî: 5 mirî 4 birîndar

Li Marmarîs'a navçeya Muxla'yê di encama qulipîna jîpa safarîyê ya ku turîstên Iraq'î vediguhast de 5 kes jiyana xwe ji destan, 4 kes jî birînar bûn.

Ekleme: 25.08.2022 11:40:34 / Güncelleme: 25.08.2022 11:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li rêya Datça'ya li Meheleya Armutalan'ê di se'et 16.30'an de pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, 'erebeya safarîyê ku navê ajokarê wê nedîyare û turîstên Iraq'î vedguhast li ser rêya ku ji ber baranên zêde şemitok bûbû ji kontrolê derket û qulipî.

Di qezayê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan, ajokar û 3 kes jî birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî, îtfaiye û polîsan hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan, di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)