• DOLAR 32.208
  • EURO 34.813
  • ALTIN 2418.748
  • ...
Li Muxla'yê 'erebeya safarîyê qulipî: 5 mirî 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li rêya Datça'ya li Meheleya Armutalan'ê di se'et 16.30'an de pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, 'erebeya safarîyê ku navê ajokarê wê nedîyare û turîstên Iraq'î vedguhast li ser rêya ku ji ber baranên zêde şemitok bûbû ji kontrolê derket û qulipî.

Di qezayê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan, ajokar û 3 kes jî birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî, îtfaiye û polîsan hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan, di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir