Trênên başîtîyê ya Tirkîyeyê ji Efxenistanê re hatin birêkirin

Koma 6emîn a “Trênên Başîtîyê” ya ku di koordînasyona AFAD û TCDDyê de, bi alîkarîya 10 sazîyên civaka sîvîl tên organîze kirin ji Efxenistanê re hatin birêkirin.

Ekleme: 24.08.2022 15:40:34 / Güncelleme: 24.08.2022 15:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hîsaba medyaya civakî ya AFADê de daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Seferê 6emîna Trênên Başîtîyê di rêya Efxenistanê de ye! Piştî 5 seferên ‘ewil ya ku ji 14 Trênan çêdibe sefera 6emîna Trênên Başîtîyê ya ku di koordînasyona AFAD û TCDDyê de û bi alîkarîya 10 sazîyên civaka sîvîl hatine organîzekirin 1500 ton malzemeyên xwe yên alîkarîya însanî ji Efxenistanê re ew ê bighêjîne.

Bi sefera 6emîn a ku ji 3 trênan pêk tê, 7 hezar û 177 ton malzemeyên alîkariyê yên însanî yên bi 17 trênan bi tevahî tên şandin, wê milyonek û 250 hezar Afganî bi taybetî jin, zarok û kal bişibînin.

Di merasima xatirxwestina "Trênên Başîtîyê" de Alîkarê Midûrê Giştî yê TCDD Barkirin AŞ Çetîn Altun, Alîkarê Serokê Giştî yê AFADê Hamza Taşdelen, rêveberên 10 saziyên sivîl û rêwî amade bûn. (ÎLKHA)