Li Keşmîrê 9 leşkerên Pakistanê di qezayê de canê xwe ji dest dan

Hat destnîşankirin ku li herêmeke Keşmîrê yê ku di bin kontrola Pakistanê de ye qezayeke trafîqê pêk hat, di encama qezayê de 9 leşkerên Pakistanê canê xwe ji dest dan, 4 leşker jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.08.2022 09:35:31 / Güncelleme: 22.08.2022 09:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin li herêma Şuca Abada ku girêdayê navçeya Baxa Keşmîrê ye erebeyeke ku leşkerên Pakistanê tê de bûn ji rê derket û li şerempolê gêr bû. Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 9 leşker canê xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.

Piştî qezayê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristî hatin sewqkirin û leşkerên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)