Li Stenbolê bi tevî polêsa Bulgar operasyona tiryakê: 10 binçav

Hat destnîşankirin ku li navçeya Sîlîvrîya Stenbolê operasyon li vîllayeke ku tê zanîn tê de tiryaka sentetîk tê çêkirin hat kirin, di encama operasyonê de 30 kîlo û 158 grem tiryak hat bidestxistin û 10 kes jî hatin binçavkirin.

Ekleme: 02.08.2022 17:40:35 / Güncelleme: 02.08.2022 17:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Stenbolê bi tevî polêsê Bulgar operasyon li vîllaya ku tê zanîn tê de tiryaka sentetîk tê çêkirin hat kirin.

Di encama operasyonê de bi tevî 2 kesên Bulgarî 10 kes hatin binçavkirin, 30 kîlo û 158 gram tiryaka hişk û biav, 50 grem jî marihuana hat bidestxistin.

Ji 10 şikdaran 6 şikdar hatin girtin, 4 şikdarên dinê jî bi şertê qontrola edlî hatin berdan. (ÎLKHA)