Wezîrê Karên Hundir ê Efxanıstanê: Mal û milkên me yên ku dest hatiye danîn li ser wan bidin me!

Wezîrê Karên Hundir ê Mîrnişîna Îslamî ya Efxanistanê Xelîfe Sirajeddîn Haqqnî di peyama ku belav kir de da zanîn ku ew ji bo têkiliyên dîplomatîk ên bi welatên cîhanê re amade ne.

Ekleme: 17.07.2022 13:35:08 / Güncelleme: 17.07.2022 13:35:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Heqqanî dû re got ku dest danîna li ser mal û milkên gelê Efxanistanê ku bi birçîbûneke bi şiddet re micadele dike neheqiyek mezin e.

Wezîr Heqqanî duh di civîna gel a ku li parêzgeha Khostê beşdarî bû de axivî û banga têkiliyeke erênî û rewa ya bi civaka navneteweyî re kir. Wezîr Heqqanî diyar kir ku Mîrnişîna Îslamê ya Efxanistanê bi rastî îsbat kiriye ku ji bo tu welatekî ne tehdîd e û wiha got: “Îmarat ji bo têkiliyên îqtîsadî û dîplomatîk ên bi dinyayê ra amade ye û tu carî ji bo tu welatekî dinyayê nebûya hêmana tehdîdê. Mal û milkên me yên ku dest hatiye danîn li ser wan bidin me!Pêşîgirtina li mal û milkên gelê Efxan ên ku bi birçîbûna giran re micadeke dike neheqiyeke mezin e.”(ÎLKHA)