Wezîrê Karên Hundir ê Efxanıstanê: Mal û milkên me yên ku dest hatiye danîn li ser wan bidin me!
Wezîrê Karên Hundir ê Mîrnişîna Îslamî ya Efxanistanê Xelîfe Sirajeddîn Haqqnî di peyama ku belav kir de da zanîn ku ew ji bo têkiliyên dîplomatîk ên bi welatên cîhanê re amade ne.
![Wezîrê Karên Hundir ê Efxanıstanê: Mal û milkên me yên ku dest hatiye danîn li ser wan bidin me!](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/2m9jpk7T7-aIRTmOjfQFlnO3bok=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/28/wezire-karen-hundir-e-efxanistane-mal-u-milken-me-yen-ku-dest-hatiye-danin-li-ser-wan-bidin-me-b262eec2.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Heqqanî dû re got ku dest danîna li ser mal û milkên gelê Efxanistanê ku bi birçîbûneke bi şiddet re micadele dike neheqiyek mezin e.
Wezîr Heqqanî duh di civîna gel a ku li parêzgeha Khostê beşdarî bû de axivî û banga têkiliyeke erênî û rewa ya bi civaka navneteweyî re kir. Wezîr Heqqanî diyar kir ku Mîrnişîna Îslamê ya Efxanistanê bi rastî îsbat kiriye ku ji bo tu welatekî ne tehdîd e û wiha got: “Îmarat ji bo têkiliyên îqtîsadî û dîplomatîk ên bi dinyayê ra amade ye û tu carî ji bo tu welatekî dinyayê nebûya hêmana tehdîdê. Mal û milkên me yên ku dest hatiye danîn li ser wan bidin me!Pêşîgirtina li mal û milkên gelê Efxan ên ku bi birçîbûna giran re micadeke dike neheqiyeke mezin e.”(ÎLKHA)