Parlamentoya Tirkîyeyê roja înê dikeve tetîlê

Meclîsa Mileta Mezin ya Tirkîye, di 1ê Tîrmehê de ji fealîyetên xwe yên qanûndanînê re navber dide.

Ekleme: 30.06.2022 15:20:29 / Güncelleme: 30.06.2022 15:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

TBMMyê ku bi normalî her sal di 1ê Tîrmehê de ji fealîyetên xwe re navber dide, li gorî qerara Rojnameya Fermî ya ku di tarîxa 23yê Hezîranê sala 2022yan de hatibû girtin wexta wê yê xebatê hatibû dirêjkirin.

Mahîr Unalê Wekîlê Serokê Kom yê Ak Partîyê daxuyand; piştî xebatên efukirina xwendekaran û îlawekirina budçeyê ew ê sala qanûndayîna Meclîsê bê temamkirin.

Qerarên tetîla TBMMyê û 5 kesên ku di navberdayîna Meclîsê de bixebitin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorî qerarên TBMMyê ew ê Kehnîyên Tebî’î, Sanayî, Tîcaret, Enerjî, Komîsyona Agahî û Teknolojî, Komîsyona daxwzîyê, Komîsyona Budçe û Planê, Komîsyona Tehqîqatkirina Heqên Mirovî û Komîsyona Wekhevîya Firseta Zilam û Pîrekan dikaribin di nav vê tetîlê de bixebitin. (ÎLKHA)