Di encama êrîşên rejima îşxalker de 4 Filistînî birîndar bûn

Li Şerîaya Rojavaya ku di bin îşxalê de ye, 4 Filistînî di encama êrîşên rejima îşxalkeran de birîndar bûn.

Ekleme: 10.06.2022 14:05:30 / Güncelleme: 10.06.2022 14:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Leşkerên rejima îşxalker êrîş li bajaroka Nebî Salîha Ramallahê kir, di encama êrîşê de 2 birayên Filistînî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku ji kesên ku êrîşê dîtîn re hatine bidestxistin, du birayên ku li hember rejima îşxalker a ku daxwaz kir ala Filistînê bînin xwarê berxwedanê kirin ji teref rejima îşxalker ve bi guleyan hatin birîndarkirin, birayên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya El-Îstîşareyê.

Di encama êrîşa ku li bajaroka Halhulê hat kirin de jî 2 Filistînî birîndar bûn, Filistînîyên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya El-Ehlîyê.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê doh daxuyandibû ku ciwanekî Filistînî di encama êrîşên rejima îşxalker ya ku li Şerîaya Rojava kiribû de şehîd bûbû. (ÎLKHA)