RTC: Di sorika meymunê de rola temasa nêz gelek muhîm e

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê îfade kir ku 80 weqayên sorika meymunê ku ew zanin hene, 50 weqe jî di bin tehqîqatê de ne, di sorika meymunê de rola temasa nêz gelek mûhîm e.

Ekleme: 21.05.2022 17:15:31 / Güncelleme: 21.05.2022 17:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

RTC di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew ji ber sedema şoba sorika meymun û di wê çarçoveyê de lêgerînê dikin, niha 80 weqayên ku di 11 welatan de hatine teyîdkirin hene.

Di berdewama daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku 50 weqa jî di bin lêgerînê de ne, derheqê zêdebûna lêgerînê de hişyarî da û ji ber zêdekirina lêgerînê dibe ku dîtina weqayan zêde bibe.

RTC, di daxuyanîya xwe de ji endîşeyan re dilrehetbûnê da û weha got, “Vîrûs, li hinek welatan di nav heywanan de xwemalîye ‘nexweşîna ku aîdê wê herêmê tenê ye’, di nav xelqê mehellî de û di nav gerokan de dibe sebeba şobê.” (ÎLKHA)