Li Tehranê dibistan îro jî hatin tetîlkirin

Li bajara Tehrana paytexta Îranê ji ber hewaya qirêj ji dibistanên pêşî û nav re qirara tetîlê hat dayîn.

Ekleme: 18.05.2022 13:45:29 / Güncelleme: 18.05.2022 13:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Abîd Melekîyê Alîkarê Serokê Şaredarîyê yê Tehranê weha got, “Îro dibistanên li wîlayeta Tehranê ji ber hewaya xirab hatin tetîlkirin lê zanîngeh û sazîyên gel ew ê vekirîbin.”

Tehran li giştîyê cîhanê di nav hewaya qirêj de 3yemîn e , li bajêr ji ber nifusa zêde, zêdebûna erebeyên kevn û dumana qirêj ya ku ji egzozên motorbisiqletan derdikeve hewa qirêj dibe. (ÎLKHA)