Îşxalkerên sîyonîst êrîş li kampa Cenînê kirin: 11 birîndar

Rejima sîyonîst a îşxalker êrîş li kampa miltecîyan ya li cenînê ye kir, di encama êrîşê de 11 sîwîl birîndar bûn.

Ekleme: 13.05.2022 12:25:28 / Güncelleme: 13.05.2022 12:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku rejima îşxalker a sîyonîst îro serê sibê li Cenînê êrîş li kampa miltecîyan kir û mala Mahmud El-Dabaîyê dorpêç kir.

Îşxalkeran bi çek û bombeyan malê hedef girtin û bûn sebeba şewatê.

Di encama êrîşê de Filstînîyan jî berxwedanê kirin û di encama wê berxwedanê de yek jê giran tevde 11 Filistînî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin ku kesên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Îbnî Sînaya ku li Cenînê ye.

Di encama birina birîndaran de rejima îşxalker ji ambûlansê re astengîyê derxist û nehêşt ku ekîbên tenduristîyê wezîfeyên xwe bi kar bînin. (ÎLKHA)