Li Pakîstanê êrîşî bi bombe: Mirîyek, 13 birîndar

Li bajara Karaçîya Pakîstanê di dema derbasbûna erebeya ku hêzên ewlehîyê tê de bûn de bombe hat teqandin, di encama êrîşê de sîwîlek canê xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 13.05.2022 10:05:33 / Güncelleme: 13.05.2022 10:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku êrîş li taxa Saddara bajara Karaçîyê di dema derbasbûna erebeya ku hêzên ewlehîyê tê de bûn de pêk hat û sîwîlek yê ku wê demê li wê derê derbas dibû canê xwe ji dest da û 2 jê endamên ewlehîyê tev de 13 kes jî birîndar bûn.

Ji ber ku êrîş li taxa ku erebe û dikan zêde bûn hat kirin gelek erebe û dikan jî zirarê dîtin.

Hê tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)