Di êrîşa rejima îşxalker de 2 Filistînî birîndar bûn

Leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst, li Şerîaya Rojavayê ku di bin îşxalê de ye êrîş li erebeyek kirin, di encama êrîşê de 2 Filistînî birîndar bûn.

Ekleme: 06.05.2022 12:05:30 / Güncelleme: 06.05.2022 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya Wezaret Tenduristî ya Filistînê di encama êrîşa ku li gundê Deyr Ebu Meşalê ku girêdayê bajara Ramallahê ye de hat kirin 2 Filistînî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku birîndaran hatin rakirin nexweşxaneya li herêmê.

Hat dîyarkirin ku leşkerên rejima îşxalker belaseb êrîş li erebeyê kirin.

Doh di encama çalakîyê ku di nav ‘erdên ku hatine îşxalkirin de hat kirin de 3 îşxalkerên sîyonîst miribûn û 7 îşxalkerên sîyonîst jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)