Li Fîlîpînan ji ber lehî û hezazê heta niha 178 kes canê xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di lehî û şemitîna axê ya ku ji ber bagera tropîkal Megî ya li Fîlîpînê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 178an.

Ekleme: 21.04.2022 10:05:32 / Güncelleme: 21.04.2022 10:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyaniya Lijneya Kêmkirin û Birêvebirina Rîska Afatê ya Neteweyî ya Fîlîpînê (NDRRMC), girava ku  herî zêde ji bahoza tropîkal Megî ya ku jê re "Agaton" jî tê gotin zirar dît Giravên Visayas e.

Li welêt ji ber lehî û şimitîna axê bi tevahî 178 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. Hêj ji 111 kesan xeber nayê standin.

Ji ber lehî û hezazê zêdeyî 2 milyon û 15 hezar kes hatin tehliyekirin, ji wan 207 hezar û 572 kes li navendên tehliyeyê û 188 hezar û 348 jî li navendên din hatin bicihkirin.(ÎLKHA)