ÎHO EBRAR li Çad û Kamerunê dest bi xebatên xwe yên Remezanê kir

Ekîbên ÎHO EBRARê yê Organîzasyona Alîkarîya Navneteweyî yê ku di çarçoveya xebatên Remezan 2022yan de çûne Çad û Kamerunê, bi sedan kesan re fitarîyê dan, bi sedan kesan re jî kolîyên xwarinê belav kirin.

Ekleme: 16.04.2022 12:30:06 / Güncelleme: 16.04.2022 12:30:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

ÎHO EBRARê ku li çar alîyê cîhanê ji bona mixtacan xebatan dike, di çarçoveya meha Remezanê de jî ekîbên xwe şîyand Çad û Kameruna ku qit’eya Efrîqayê ne û li wê derê dest bi alîkarîyên xwe kir.

Yunus Yildirimê endamê Sazîya Bireveberîya ÎHO EBRARê derheqê xebatan de agahî da û weha got, “Em di çarçoveya xebatên xwe yên Remezan 2022yan de, li Çadê bi alîkarîya xêrxwazên xwe dest bi xebatên xwe kir. Em di vê meha Remezanê ya bereket û rehmetê de bi tevî zikat, fitir û sedeqeyên xêrxwazên me yên ku danê me hinek projeyên xwe li Çadê da destpêkirin. Em îro di çarçoveya projeya alîkarîyê de ji 600 kesan re şîva fitarîyê da. Bi sedan êtîm û mixtacan re qolîyên xwarinê da. Em bi navê êtîm, feqîr û mixtacên li vê derê ji xêrxwazên xwe re sipasîyên xwe dişînin.”

“Em ê heftekî jî alîkarîyên xwe berdewam bikin”

Yildirim di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ê di nav programa heftekî de sifreyên xwe yên fitarîyê berdewam bikin. Em ê belavkirina kolîyên xwarinê berdewam bikin. Em ê ji êtîman re alîkarîya xercaneya ‘îdê û cilan bikin, ew ê ji zarokên êtîm û feqîran re alîkarîyên me yên cilan jî bibe. Li vê derê mexdurîyetên ciddî hene. Em ji xêrxwazên xwe re bang dikin ku bila bi hinek be jî ji pirsgirêkên van însanan re bibin derman. Em daxwaz dikin ku bila başîtî di vê meha rehmet û bereketê de bighêje mala her êtîm û feqîran.” (ÎLKHA)