Li Nîjeryayê qonwoya serokê berê yê dewletê qeza kir: 2 mirî

Qonwoya Goodluck Jonathanê Serokê berê yê Dewletê Nîjeryayê qeza kir, di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan lê bi serok tiştek nebû.

Ekleme: 08.04.2022 11:45:27 / Güncelleme: 08.04.2022 11:45:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeyeke yê ku di qonwoyê de bû hê ku sedema wê nayê zanîn li nêzê Balafarigeha Navneteweyîya Nnamdî Azîkîweya li Abujaya paytexta Nîjeryayê ji rê derket û qeza kir.

Di encama qezayê de 2 personelên parastinê canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku erebeya ku Jonathan tê de bû dehlê qezayê nebû û rewşa wî jî baş e. (ÎLKHA)