NY: Li Etiyopyayê 1,5 milyon heywan ji ziwabûnê telef bûn

Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe de diyar kir ku li Etiyopyayê ku ziwabûnê bandorên xwe lê zêde kiriye 1,5 milyon heywan telef bûne.

Ekleme: 08.04.2022 10:25:32 / Güncelleme: 08.04.2022 10:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di raporê de ku tê gotin ji ber kêmbûna av û zozanan mirina heywanan zêde bûye  ku ev ziwabûn bes ne li ser heywanan li ser jiyana  însanan bi xwe jî tesîra xwe zêde dike. Tê diyarkirin ji ber ku malbat ji neçarî cihê xwe diguherînin hejmara zarokên ku diçin mektebê jî her ku diçe kêm dibe.

Tîma alîkariyên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ku li Somaliyê hin serdan kirin, diyar kirin ku dê alîkariyên erzaq û yên din ji bo kesên li herêmê dijîn zêde bibe û banga alîkariyê li hevkarên xwe yên navneteweyî kirin. (ÎLKHA)