Li Entelyayê li dijî “tîryakfiroşan” operasyon: 20 binçavî

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonên hevdemî yên ku li dijî tîryakfiroşan hat lidarxistin de 20 kesên ku tên destnîşankirin tîryakfiroşin hatin binçavkirin.

Ekleme: 29.03.2022 09:55:31 / Güncelleme: 29.03.2022 09:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Entelyayê ji tîryakfiroşan operasyon hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku piştî teqîba teknîkî û fîzîkî ji edresên ku dihatin zanîn re bi tevî yekîneyên tîma taybet operasyon hatin lidarxistin.

Di encama operasyonan de; 3 kîlo û 700 grem esrar, 235 grem metamfetamîn, 450 grem kokaîn, 90 grem eroîn, 100 heb şitlên kenewîr, 4 heb hebên dermanxane, 6 heb kannabînoîd, 6 heb terazîyên hessas, 2 heb çek, 7 heb fişek û 1825 TL hatin bidestxistin.

Hat ragihandin şikdarên ku hatine bidestxistin piştî qontrolên tenduristîyê ji bona ku bên pirsgirêkkirin hatin şîyandin midirtîya ewlehîyê. (ÎLKHA)