Erebistana Siûdî: Şewata li kargeha petrolê hat vemirandin

Midûriyeta Giştî ya Parastina Sivîl a Erebîstana Siûdî ragihand ku şewata ku piştî êrîşa mûşekî ya Tevgera Ensarullah a roja ÎNê li tesîsa petrolê derketibû, hat vemirandin.

Ekleme: 27.03.2022 10:15:30 / Güncelleme: 27.03.2022 10:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tevgera Ensarullahê roja Înê êrîşeke mûşekî birin ser tesîsên şirketa neftê ya neteweyî ya Erebistana Siûdî Aramco.

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî da hat diyarkirin ku şewata li 2 depoyên mezin ên petrolê derketin hat vemirandin.

Rayedarên Wezareta Enerjiyê diyar kirin ku di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûn.

Berdevkê Leşkerî yê Tevgera Ensarullah Yahya Serî ragihand ku wan bi balefirên bê mirov û bi mûşekan êrişî Riyada paytexta Erebistana Siûdî, Cîdde, Cîzanê û hin herêmên din kirine. (ÎLKHA)